Bersiva şêwirmendê Sekreterê Giştî yê Hizbullahê li Lubnanê ji şandiyê Amerîkayê re
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i355233-bersiva_şêwirmendê_sekreterê_giştî_yê_hizbullahê_li_lubnanê_ji_şandiyê_amerîkayê_re
Di berteka li himber gotinên vê dawiyê yên nûnerê Amerîkayê li karûbarên Sûriye û Lubnanê ,şêwirmendê siyasî yê Sekreterê Giştî yê Hizbullahê tekez kir ku tiştê ku ji Lubnanê tê xwestin tê wateya paşguhkirina serweriya neteweyî, rûmet û serxwebûna neteweyî.
(last modified 2025-07-07T12:33:01+00:00 )
Tîrmeh 07, 2025 09:59 Asia/Tehran
  • Bersiva şêwirmendê Sekreterê Giştî yê Hizbullahê li Lubnanê ji şandiyê Amerîkayê re

Di berteka li himber gotinên vê dawiyê yên nûnerê Amerîkayê li karûbarên Sûriye û Lubnanê ,şêwirmendê siyasî yê Sekreterê Giştî yê Hizbullahê tekez kir ku tiştê ku ji Lubnanê tê xwestin tê wateya paşguhkirina serweriya neteweyî, rûmet û serxwebûna neteweyî.

Husêyn El-Mûsewî, şêwirmendê siyasî yê Sekreterê Giştî yê Hizbullaha  Lubnanê, di bersiva gotinên  vî rayedarê amerîkî ku gotibûdivê her yek ji aliyan divê  ji tiştekê dev berde û got: Hûn ji me dixwazin ku em dev ji serweriya neteweyî, rûmet, erd û ewlehiya xwe berdin yanê em dev ji hebûna xwe ya azad û serbixwe berdin. Em ji we tiştekî naxwazin! Tenê û tenê, rejîma dagirker a Îsraîlê ya ku erd, ezman û deryayên me dagir kiriye e, derxînin û wê ji Lubnanê derxînin çawa ku we ew anî. şerrê wê ji gelê me dûr bixinû serdestiya xwe  ser hikûmet û saziyên me bi dawî bikin.

El-Mûsewî tekez kir ku tenê di vê rewşê de Lubnan dê ewle û aram be.