Endamê Hizbullahê: Çekên berxwedanê mijara neteweyî û navxweyî ne
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i355180-endamê_hizbullahê_Çekên_berxwedanê_mijara_neteweyî_û_navxweyî_ne
 Endamê fraksiyona  Emekdariya bo Berxwedanê ya girêdayî Hizbullahê li parlemana Lubnanê tekez kir ku çekên berxwedanê mijara navxweyî û neteweyî ne û ew ê tu carî teslîmî  bacxwaziya Amerîkî-Siyonîst nebin.
(last modified 2025-07-03T12:18:05+00:00 )
Tîrmeh 03, 2025 10:40 Asia/Tehran
  • Endamê Hizbullahê: Çekên berxwedanê mijara neteweyî û navxweyî ne

 Endamê fraksiyona  Emekdariya bo Berxwedanê ya girêdayî Hizbullahê li parlemana Lubnanê tekez kir ku çekên berxwedanê mijara navxweyî û neteweyî ne û ew ê tu carî teslîmî  bacxwaziya Amerîkî-Siyonîst nebin.

 Hesen Îzzedîn endamê fraksiyona Emekdariya Berxwedanê li parlemana Lubnanê, got: Lubnan û bi taybetî başûrê wê, berdewam rastî destdirêjiyan tê û ev yek rê li ber aramiya wê û aramiya tevahiya herêmê digire.

 Wî her wiha got: Başûrê Lubnanê berdewam rastî destdirêjiy ji aliyê Rrejîma Siyonîst ve tê û ji ber vê yekê, heya ku dijmin erd û cihên pîroz dagir bike, tevahiya welat dê  rûyê aramiyê n nebîne EÎzzedîn tekez kir: Îro, Filistîn, doza wê , netewe û cihên pîroz, pîvana rastî û edaletê li cîhanê ne. Ezmûna berxwedanê ne ezmûnek demkî ye, belku ji dema karesata dagirkirina Filistînê (Nekbeyê) ve koka wê heye û ji sala 1982-an vir ve zêdetir  hatiye nimandin.