Hezîran 15, 2025 08:20 Asia/Tehran
  • Pakistan: Em bi her awayê pêkan li rex Îranê ne 

Wezîrê Berevanîyê yê Pakistanê ragihand ku bi awayekî tam piştgirîyê dide Komara Islamî ya Îranê hibmer Rejîma Sîyonîst.

Xacê Asif Wezîrê Berevanîyê yê Pakistanê ku li meclisa netewî ya vî welatî diaxivî, got: Nika şerê di navbera Îranê û rejîma Israyîlê da didome.

Wî herwiha got: Îran cînarê me ye ku bi sedan sal e me peywendîyên baş bi hev ra hene, nia jî peywendîyên baş û dîrokî di navbera me û Îranê da hene. Em ê di vê qeyranê da bi her awayê pêkan li rex Îranê bisekinin. 

Serdar Fethullah Xan Mîyanxêyl Serokê Komsyona Berevanîyê ya Meclisa Netewî ya Pakistanê jî hevgirtina digel Komara Islamî ya Îranê ragihand û êrişên terorîstî yên Rejîma Sîyonîst şermezar kir û got ku bersivdayîna himber destdirêjîya Israyîlê, mafê rewa yê Îranê ye. 

Serepeyv