Eşkerekirina yek ji derbên herî mezin ên îstîxbaratî yên dîrokê li Rejîma Siyonîst
Hezîran 07, 2025 15:54 Asia/Tehran
Li gorî çavkaniyên agahdar, servîsa Îtileatê ya Îranê gelek agahî û belgeyên stratejîk û hestyar ên Rejîma Siyonîst bi dest xistine, ji wan bi hezaran belgeyên têkildarî projeyên navokî û teşkîlata navokî ya wê rejîmê.
Ger çi operasyona bidestxistina belgeyên hanê demek berê hatibe kirin, lê hejmareke zêde ya belgeyan û pêwîstiya veguhestina bi ewleh ya gişt vî barî bo nav welêt bûye sedema bêdengiya medyayan heta ku piştrast bibe ku hemî wê bigihîjin cihên parastî.
Belge ev qas zêde ne ku nirxandina wan û temaşekirina wêne û vîdyoyan demek zêde kişandiye.
Nûçegihanekî Tora El Meyadînê li Tehranê jî got ku niha bidestxistina agahîyên hestyar ên Rejîma Siyonîst ji aliyê Îranê ve peyamên pir girîng di warên curbicur de hene.