Li Pakistanê 16 terorîst hatin kuştin
May 30, 2025 14:22 Asia/Tehran
Di encama 2 operasyonnê dijî terorîstan da li eyaletên Belûçistan û Xêyber- Pextûnxwaha Pakistanê 12 terorîst hatin kuştin û 4 leşkerên artêşa Pakistanê jî canê xwe ji dest dan.
Pevçûn li navçeyên Loralayî û Kêç ên eyaleta Belûçistanê derketin ku di encamê da 5 çekdarên cidatîxwaz ên Belûç hatin kuştin.
Di encama operasyona hêzên artêşa Pakistanê li herêmên Wezîristana Bakur û Çîtralê da jî herîkêm 7 endamên koma terorîst a Tehrîk- Taliban a Pakistanê hatin kuştin.
Hevgavê vê yekê di encama êrişa terorîstan ser xaleke emnî ya hêzên artêşa Pakistanê da li Wezîristana Bakur 4 leşkerên pakistanî canê xwe ji dest dan.