May 26, 2025 17:25 Asia/Tehran
  • Serokwezîrê Pakistanê: Dîplomasiya Tehranê ji bo aştiya li navçeyê cihê pesindayînê ye

Serokwezîrê Pakistanê tekezî ser hevgirtin û piştgiriya welatê xwe ji Komara Îslamî ya Îranê di mijarên aloz ên herêmî û cîhanî de kir û dîplomasiya Tehranê ji bo aştiya navçeyê eciband û got ku çarenivîsa aborî ya her du welatan bi hev ve girêdayî ye.

Muhemmed Şehbaz Şerîf Serokwezîrê Pakistanê îro  beriya serdana xwe ya Tehranê di hevpeyvînekê de got ku armanca sereke ya sefera wî ya Tehranê ew e ku spasiya Komara Îslamî ya Îranê ji bo piştgiriya wê ji bo helwestên aştiyane yên Îranê li navçeyê di dema pevçûnên vê dawiyê di navbera Pakistan û Hindistanê bike.

Serokwezîrê Pakistanê her wiha got  ku Pakistan di şerê  jînosayd û bi karesat ê rejîma dagirker a Îsraîlê li djî Xezzeyê û encamên vê rewşê de li pişta Komara Îslamî ya Îranê radiweste.

Muhemed Şehbaz Şerîf got: Îslamabad û Tehran dê di mijarên têkildarî Umeta Îslamî û hevkariya navçeyî de piştgiriya hev bikin.Wî got: Bazirganiya me ya hevpar bi qasê sê milyar dolarî e û ev reqem di sê-çar salên borî de pir zêde bûye.

Serepeyv