May 25, 2025 14:01 Asia/Tehran
  • Êrişa serketî ya bi mûşekan a Yemenê ser balefirgeha Bin Goryon

Berdevkê Hêzên Çekdar ên Yemenê derbarê êrişa serketî ya ser balefirgeha Bin Goryon bi mûşeka Balistîk agahî da.

Di daxûyaniyekê de Yehya Serî ragehand ku ev operasyon bû sedem bi milyonan siyonîst ber bi sitargehan ve herin û xebata balfirgeha Bin Goryon were rawestandin.

Firîna balefiran ber bi balefirgeha Bin Goryon hîna jî qedexe ye û piraniya şîrketên balefiran di rojên vê  dawî de pabendî vê yasayê bûne û vê yekê bandoreke zêde li xebata balefirgeha hanê kiriye.

Yehya Serî got: Ji ber tevkujiyên  her rojî li Xezzeyê, yemenî operasyonên xwe berfirehtir dikin heta ku ew êriş bên rawestandin û dorpêça ser Xezzeyê were rakirin.

Serepeyv