Neh sed hezar ziyaretkir derbasî Erebistana Siûdî bûn
May 24, 2025 16:53 Asia/Tehran
Dayireya Paseportê ya Erebistana Siûdî ragihand ku heta niha, zêdetirî 893 hezar ziyaretkir ji welatên cûrbicûr jibo merasima hecê derbasî vî welatî bûne.
Dayireya giştî ya Paseportê ya Erebistana Siûdî ragihand ku heta dawiya roja Înê, 25ê Zîqedê 1446ê Koça Hîvî, hejmara ziyaretkarên ku ji derveyî welêt û ji rêya hemû deriyên hewayî, bejahî û deryayî derbasî vî welatî bûne gihîştiye 890 hezar û 883 kesan.
Çûyîna karwanên hecê temeto ji welatên cûrbicûr ên cîhanê bo Erebistana Siûdî di destpêka Zîqedê ve destpê dike û di dawiya Zîqedê û destpêka meha Muherrema 1447ê koç dawî dibe.