Êrişa sîyonîstan ser desteya dîplomatên ereb û ewrûpî
May 21, 2025 18:45 Asia/Tehran
Leşkerên Rejîma Sîyonîst a dagirker desteyeke dîplomatên ewrûpî û ereb dan ber gulleyan.
Desteyeke dîplomatên ewrûpî û ereb mijûlî seredana derdora Kempa Cinîn li bakura rexê rojavaya çemê Urdinê bû ku nişkava ketin ber êrişa leşkerên Rejîma Sîyonîst.
Artêşa Rejîma Sîyonîst ji bo tirsandina wê desteya bîyanî li derîyê Kempa Cinînê, gulle avêtin.
Wezareta Karên Derve ya Teşkîlata Xwerêvebir a Filistînê ji civaka cîhanî nemaze dewletên dîplomatên wan di wê desteyê de cî girtine xwest ku helwesteke teqil û zelal himberî vê kiryara dijminane û berovajî qanûnên navdewletî nîşan bidin.