Xwekuştina 7 leşkerên Rejîma Siyonîst
Medyaya Rejîma Siyonîst ragihand ku ji destpêka sala 2025an ve heft leşkerên dagirker ji ber encamên psîkolojîk û rewanî ji ber dewama şerê Xezzeyê xwe kuştine.
Rojnameya Îbrî ya Haaretz ê ragihand ku Artêşa Rejîma Siyonîst ji destpêka şerê Xezzeyê ve gelek leşkerên xwe ji ber xwekuştinê ji dest daye û kesên hanê bêyî merasîmên leşkerî an jî ragihandineke fermî têne veşartin.
Tora Kan a Rejîma Siyonîst her wiha eşkere kir ku hejmarek leşkerên têpa peya a artêşa dagirker de ji fermandên xwe xwestine ku beşdarî şerê Xezzeyê nebin ji ber ku ew ji ber şerê berdewam westiyane û şiyana wan kêm bûye . Medyaya siyonîst krîza rewanî a di nav refên hêzên dagirker de eşkere kir û ragihand ku ji destpêka şerê Xezzeyê di Cotmeha 2023an de 35 leşkerên artêşa Îsraîlê hewl dane xwe bikujin.