Hemas: Têkoşîna himber dagirkeran yê heta bidawîhanîna dagirkerîyê bidome
Tevgera Hemasê Roja Reş xaleke reş di dîroka merivantîyê da bi nav kir û pêgirî kir ku têkoşîna himber dagirkeran yê heta bidawîhanîna dagirkerîyê bidome.
Cihad Taha Berdevkê Tevgera Hemasê di daxûyanîyeke bi boneya Salvegera Roja Reş da da pêgirî kir ku ev roja yê wek xaleke reş di dîroka merivantîyê da û wek lekeyekê ser enîya civaka cîhanî da bimîne.
Wî herwiha got: Têkoşîna himber dagirkeran yê heta istandina tam a mafên netewî yên gelê Filistînê û bidawîhanîna dagirkerîyê bidome.
Taha amajeyî berdewambûna destdirêjîyên Rejîma Sîyonîst ser Zîvala Xezzeyê kir û got: Berdewambûna cinayet, komkujî, şerê ji bo qirrkirinê û dorpêça tam, gişk cinayeta cengê û cinayeta dijî merivantîyê tên hesêb, lê vîna gelê Filistînê û berxwedana vî gelî yê qet sisit nebe û têk neçe.