Piştgîriya ji Xezzê li Seidê
May 16, 2025 15:52 Asia/Tehran
Welatiyên yemenî îro Îniyê careka din bi awayekî berfireh li bajarê Seidê derketin kolanan û piştgîriya xwe ya webirr ji xelkê mezlûm ê Xezzê ragihandin.
Ev kombûn û xwenîşandan bi dirûşma Bi Xezzê re li hember jînûsayd û birçîtiyê hate lidarxistin û bi hezaran kes ji xelkê vê navçeyê têde beşdar bûn. Xwenîşanderan bi rakirina pilakardan û qêrîna dirûşmên wek Em ê Xezzê tenê nehêlin, hêrsbûn û nefreta xwe li hember dewama êrişên Rejîma Siyonîst ser Zîvala Xezzê diyar kirin.