Zêdebûna xwekuştina leşkerên siyonîst
May 15, 2025 15:18 Asia/Tehran
Medyayên Rejîma Siyonîst ragihandin ku rêjeya xwekuştinê di nav leşkerên rejîmê de di sala 2024an pêka sala 2023an gelekî zêde bûye.
Bi destpêbûna sala 2025an. artêşa Rejîma Siyonîst amarên têkildarî qurbaniyên salên 2023-2024an weşand, ku ev hejmar zêdebûna berbiçav a xwekuştinên di nav leşkerên Siyonîst de nîşan dide.
Li gorî daneyên amarî sala borî (2024), 21 leşkerên siyonîst xwe kuştine, ku ev ji sala 2011an vir ve rêjeya herî bilind e, lê di sala 2023an de, hejmara leşkerên ku xwe kuştine sedî 23 zêde bûye û gihîştiye 17kesan. Rojnameya siyonîst a "Haaretz" ragihand ku piştî Operasyona "Bahoza El-Eqsayê" nexweşiyên derûnî di nav leşkerên rejîmê de şeş beramber zêde bûne.