Piştgiriya Erebistanê ji muzakirên nerasterast di navbera Îran û Amerîkayê de
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i354664-piştgiriya_erebistanê_ji_muzakirên_nerasterast_di_navbera_Îran_û_amerîkayê_de
Wezîrê Karên Derve yê Erebistanê pêgirî ser piştgiriya tam a welatê xwe ji muzakirên nerasterast di navbera Komara Îslamî ya Îranê û Amerîkayê de kir.
(last modified 2025-05-14T11:26:56+00:00 )
May 14, 2025 11:53 Asia/Tehran
  • Piştgiriya Erebistanê ji muzakirên nerasterast di navbera Îran û Amerîkayê de

Wezîrê Karên Derve yê Erebistanê pêgirî ser piştgiriya tam a welatê xwe ji muzakirên nerasterast di navbera Komara Îslamî ya Îranê û Amerîkayê de kir.

Feysel bin Ferhan,Wezîrê Karên Derve yê Erebistanê îro got: Erebistan bi giştî piştgiriyê dide muzakirên ser dosîya navokî yên nerasterast di navbera Îran û Amerîkayê de û hêvî dike ku encamên erênî werin bidestxistin.

Wî her wiha bal kişand ser rewşa xirab li zîvala Xezzeyê di bin siya êrişên giran ên artêşa Rejîma Siyonîst û dorpêçkirina tam a vê navçeyê û got: Me hewcetî bi lihevkirina têkildarî agirbesê li zîvala Xezzeyê di zûtirîn demê de heye, ji ber ku berdewamiya vê rewşê gihandina alîkariyan bo Xezzeyê zehmet kiriye.