Rêberê Ensarullahê: Berpirsyarîya ``cinayeta sedsalê`` li ustîyê welatên ereb e
Rêberê Ensarullaha Yemenê got ku jînosayda li Xezzeyê gellek dûhat hene û berpirsyarîya wê jî di rêza yekem da li ustîyê civakên ereb û umeta islamê ye.
Seyîd Ebdulmelik Bedredîn Hûsî rêberê Ensarullaha Yemenê got ku Rejîma Sîyonîst a dijmin 19 meh e ku êrişên hovane ser Xezzeyê didomîne û Cinayeat Sedsalê didomîne û dişopîne.
Rêberê Ensarullahê got: Rejîma Sîyonîst a dijmin 19 meh e ku destdirêjîya hovane ser Xezzeyê wek Cinayeta Sedsalê û jînosayda dijî gelê Filistînê li Zîvala Xezzeyê didomîne û mixabin ev Cinayeta Sedsalê li kûratîya warên islamî û li ber çavên cîhanê pêk tê.
Seyîd Ebdulmelik Bedredîn Hûsî herwiha got: Cinayet û jînosayda li Xezzeyê gellek dûhat hene ku berpirsyarîya wê li ustîyê umeta islamî û di serê wan da li ustîyê ereban e û qusûrîya ereb û misilmana di berpirsyarîya pîroz yanî cihada di rêya Xwedê da û berxwedana hibmer zaliman nayê pînekirin û dê bibe sedema hêrsbûn û xezeba ilahî.