Generalê Siyonîst: Artêşa Îsraîlê di rewşa xwe ya herî xerab de ye
May 05, 2025 14:55 Asia/Tehran
Generalekî berê yê Rejîma Siyonîst li xwe mikur hat ku hêza artêşa vê rejîmê her ku diçe kêm dibe û qeyrana hêza mirovî ya wê jî dijwartir dibe.
General Îshaq Birîk amajeyî îdiayên berpirsên pilebilind ên Rejîma Siyonîst ên derbarê lawazkirina Hemasê de kir û ev îdia xeberdanên bêbingeh binav kirin.
Wî got: Netanyahu û endamên taxima wezîran vê dawiyê gotin ku şerê li Xezzeyê dê berdewam be heta ku Hemas bi temamî têk biçe. Bi dîtina min ev gotin cihê heyf û mixabiniyê ne ji ber ku zexta leşkerî ya ku bi armanca azadkirina girtiyan tê kirin dê rastî encamên berovajî were û dê jiyana van girtiyan bistîne.
Generalê siyonîst destnîşan kir: Îsraîl îro bi kêşeyên ku ji yên Hemasê bi hezaran qatî dijwartir û metirsîdartir in re rû bi rû ye.