Hizbullah: Bêçekkirina me gotineke vala û pûç e
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i354510-hizbullah_bêçekkirina_me_gotineke_vala_û_pûç_e
Yek ji rêberên Hizbullaha Lubnanê tekez kir ku dijmin ji çekên bereya berxwedanê ditirse û mesela bêçekkirina Hizbullahê gotineke pûç û vala ye.
(last modified 2025-05-03T11:50:49+00:00 )
May 03, 2025 14:38 Asia/Tehran
  • Hizbullah: Bêçekkirina me gotineke vala û pûç e

Yek ji rêberên Hizbullaha Lubnanê tekez kir ku dijmin ji çekên bereya berxwedanê ditirse û mesela bêçekkirina Hizbullahê gotineke pûç û vala ye.

Mehmûd Qematî, Cîgirê Serokê Konseya Siyasî ya Hizbullaha Lubnanê got: Ji ber berxwedana efsanewî û wêrekane li sînoran û her weha parastina qaweta Lubnanê, dijminê siyonîst di xêzkirina Rojhilata Navîn a nû de tûşî têkçûnê bû.  

Vî endamê Hizbullahê got:Dijmin hîna jî ji çekên berxwedanê ditirsin û mesela avakirina Lubnanê bi çekan ve girêdidin û ev hemû gotinên vala û pûç in.

Nebîh Bêrrî, serokê parlemana Lubnanê jî gotiye: Çekên me  weke karta serketinê ne ku em ê bêyî  cihanîna tam a agirbesê û gotûbêja ser çarenivîsa vê çekê dev jê bernedin.