Du êrişên artêşa Yemenê ser Erdên Dagirkirî
May 02, 2025 18:53 Asia/Tehran
Di dewama piştgîriyên leşkerî yên hêzên çekdar ên Yemenê ji berxwedana Filistînê, pêgehekî hewayî yê siyonîst li rojhilata Heyfayê kete ber mûşeka Balistîk.
Sertîp Yehya Serî, berdevkê hêzên çekdar ên Yemenê îro îniyê ragihand ku bona piştgîriya ji xelkê Filistînê û bona nîşandayîna nerizamendiya li hember cinayeta jînûsaydê ya Rejîma Siyonîst dijî xelkê Xezê, artêşa Yemenê operasiyoneka mûşekî dijî binkeyên leşkerî yên vê rejîmê cih anîne.
Serî got ku yekîneya mûşekî ya artêşa Yemenê pêgeha hewayî ya Ramat Dêywîdê li rojhilatê navçeya dagirkirî ya Heyfayê daye ber mûşekeka Balistîk û haypêrsonîk a ji cûreya Filistîn 2`ê û ev êrişa serkevtî bûye û sîstimên berevaniya hewayî ya Rejîm Siyonîst nekarîne wê bişopînin.