May 01, 2025 18:05 Asia/Tehran
  • Rêberê Ensarullahê: Êrişên Amerîkayê ser Yemenê ji bo piştgiriya Telavîvê ne

Rêberê Tevgera Ensarullaha Yemenê tekez kir destdirêjiyên Amerîkayê ser Yemenê di çarçoveya piştgiriyên Waşingtonê ji Telavîvê cih tên.

Seyîd Ebdulmelik Bedredîn Hûsî, rêberê Tevgera Ensarullaha Yemenê, tekez kir: Destdirêjiya Amerîkayê ser Yemenê li gorî piştgiriya vî welatî ji Rejîma Siyonîst e û beşek ji şerê di navbera me û Telavîvê de ye.

Seyîd Bedredîn Hûsî tekez kir ku bi her awayî gelê Yemenê her tim dê  piştgiriyê bide armancên Filistînê û dê bersiva cinayetên dijminên xwe bide. Vê  heftiyê  nêzîkî  hezar  û 300 filistînî, ku piraniya wan jin û zarok in, şehîd û birîndar bûn.