Rayedarekî siyonîst derbarê dayîna berdêla şerê Xezzeyê li xwe mikur hat
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i354481-rayedarekî_siyonîst_derbarê_dayîna_berdêla_şerê_xezzeyê_li_xwe_mikur_hat
Serokerkanê Artêşa Rejîma Siyonîst derbarê pirsgirêkên zehmet ên pêşberî vê rejîmê û kuştiyên hêzên dagirker li şerê Xezzeyê agahî da û got: Ev şer canê leşkerên me distîne û me bedelên giran dane.
(last modified 2025-05-01T11:29:52+00:00 )
May 01, 2025 12:55 Asia/Tehran
  • Rayedarekî siyonîst derbarê dayîna berdêla şerê Xezzeyê li xwe mikur hat

Serokerkanê Artêşa Rejîma Siyonîst derbarê pirsgirêkên zehmet ên pêşberî vê rejîmê û kuştiyên hêzên dagirker li şerê Xezzeyê agahî da û got: Ev şer canê leşkerên me distîne û me bedelên giran dane.

Eyal Zemîr, Serokerkanê Artêşa Rejîma Siyonîst  di axiftinên nû de  bal kişand  ser aloziyên şerê Xezzeyê û çend bereyîbûna pevçûnê û got ku gelek astengî li pêşiya me ne. Şer canê gelek leşkerên me istandiye û me gelek bedelên giran dane.

Wî yek ji mezintirîn pirsgirêkên niha yên rejîmê vegera girtiyan ji zîvala Xezzeyê da zanîn û li xwe mikur hat ku ew di armanca xwe ya tunekirina Hemasê de işkest xwarine.