Rayedarekî siyonîst derbarê dayîna berdêla şerê Xezzeyê li xwe mikur hat
May 01, 2025 16:25 Asia/Tehran
Serokerkanê Artêşa Rejîma Siyonîst derbarê pirsgirêkên zehmet ên pêşberî vê rejîmê û kuştiyên hêzên dagirker li şerê Xezzeyê agahî da û got: Ev şer canê leşkerên me distîne û me bedelên giran dane.
Eyal Zemîr, Serokerkanê Artêşa Rejîma Siyonîst di axiftinên nû de bal kişand ser aloziyên şerê Xezzeyê û çend bereyîbûna pevçûnê û got ku gelek astengî li pêşiya me ne. Şer canê gelek leşkerên me istandiye û me gelek bedelên giran dane.
Wî yek ji mezintirîn pirsgirêkên niha yên rejîmê vegera girtiyan ji zîvala Xezzeyê da zanîn û li xwe mikur hat ku ew di armanca xwe ya tunekirina Hemasê de işkest xwarine.