Xwenîşandana berfire dijî Netaniyahu li Têlavîvê
Nîsan 27, 2025 14:16 Asia/Tehran
Hejmareka zav a bajaroknişîn û malbatên girtiyên Siyonîst bi lidarxistina xwenîşandanekê li Têlavîvê daxwaza bidawîanîna şerrê li Xezzê kirin.
Xwenîşanderan nerizamendiya xwe li hemberî astengîderxistinên li ser rêya dewama cihanîna hevhatina agirbesê li Xezzê û bi hevreguherîna dîl û girtiyan ji aliyê Bênyamîn Netaniyahu, serokwezîrê Rejîma Siyonîst ve, diyar kirin. Xwenîşanderan pêhişyarî dan ku Netaniyahu bi xemsariya li hember jiyana girtiyan, dixweze ku şerrê li Xezzê berdewam be.