Êrişa mûşekî ya Yemenê ser baregeha Newatîm ya siyonîstan
Nîsan 26, 2025 17:22 Asia/Tehran
Berdevkê hêzên çekdar ên Yemenê derbarê êrişa mûşekî ser baregeha hewayî ya Nevatim li deverên dagirkirî agahî da.
Yehya Serî îro ragihand ku hêza mûşekî ya çekdarên Yemenê baregeha hewayî ya Îsraîlê ya Nevatîmê li herêma Neqebê li başûrê erdên dagirkirî dan ber mûşekan.
Wî got ku ev operasyon bi mûşeka balîstîk a haypersonîk a Filistîn 2 cih hatiye û serketî bûye û sîstema berevaniya esmanî rejîma Îsraîlê nekarîne li hember wê bisekinin.
Berdevkê Hêzên Çekdar ên Yemenê her wiha got ku hêzên çekdar ên vî welatî dê rawestana xwe li hember destdirêjiya Amerîkayê berdewam bikin û li gorî alûgurên meydanî û ji bo piştgiriya gelê mezlûm ê Filistînê, hêza xwe ya leşkerî berfireh bikin.