Gelê Yemenê bi xwenîşandanê piştgirî da Xezzeyê
Nîsan 25, 2025 17:50 Asia/Tehran
Niştecîyên parêzgeha Se`de ya Yemenê bi xwenîşandaneke berfire cinayetên Rejîma Sîyonîst ên himber gelê Xezzeyê şermezar kirin.
Xwenîşanderên yemenî ku di vê xwenîşandanê da alayên Yemen û Filistînê dabûn destê xwe, pêgirî ser domandina piştgirîya ji gelê Filistînê û sekinîna himber destdirêjîya Amerîkayê ser Yemenê kirin.
Xwenîşanderan pêgirî kirin ku yê cihada pîroz himber cinayetkerên amerîkî û israyîlî heta sekinandina destdirêjîyê û rakirina dorpêçan bidomînin.
Xwenîşanderên yemenî pêgirî kirin ku hewla amerîkî û sîyonîstan ji bo guhertina helwesta Yemenê dê qet serkevtî nebe.