Nîsan 25, 2025 15:50 Asia/Tehran

Serokê Partîya Demokiratên Rejîma Sîyonîst mukur hat ku vê rejîmê di şerê hibmer Bereya Berxwedanê ya Filistînê da berdêlên giran daye û idî nikare şerê bêdawî bidomîne.

Yaîr Golan got: Em hela jî ji ber şerrê li Xezzeyê berdêlên giran didin û mukur hat ku Israyîl nikare heta hetayîyê vî şerî bidomîne.

Vî rayedarê sîyonîst herwiha got ku erka me di şerê Xezzeyê da vegerandina êxsîran û bidawîhanîna şêrr bi rêya lihevkirineke sîyas û emnî ya herêmî ye. 

Golan berî wîya jî derheq nekarabûna rejîma Israyîlê di warê jinavbirina Hemasê ya bi rêya leşkerî da mukur hatibû.

Hevgavê vê yekê televîzyona Rejîma Sîyonîst ji zarê Wezareta Cengê ya vê rejîmê ragihand ku ji Nîsana sala buhurî va heta nika 316 endamên dezgehên leşkerî û emnî û 79 sîyonîstên din hatine kuştin.

Artêşa Rejîma Sîyonîst jî duh di daxûyanîyekê da ragihand ku Fermandarê Çiqa Zêrêhî ya Tabûra 79 ya artêşa vê rejîmê di pevçûnên li bakura Xezzeyê di encama operasyona têkoşerên fiilstînî da hat kuştin.

Di encama vê operasyona dijesîyonîstan da, 2 leşekrên sîyonîst jî bi giranî birîndar bûne.

Medyayên Rejîma Sîyonîst roja şemîyê jî ragihandin ku li Xezzeyê derbeke zef giran li artêşa Israyîlê ketîye û di encamê da 3 leşkerên Israyîlê hatine kuştinê. 

Serepeyv