Xwepêşandana girseyî ya gelê Yemenê ji bo piştgiriya ji Xezzeyê
Nîsan 11, 2025 15:50 Asia/Tehran
Bi hezaran kes ji xelkê Yemenê li bajarê Seideyê bi lidarxistina xwepêşandaneke berfireh piştgiriya xwe ji xelkê Xezzeyê ragihandin.
Xelkê Yemenê di daxuyaniya dawî ya xwenîşandana ku bi navê Cîhad, Berxwedan û Qehremanî...Em Xezzeyê bernadin, tekez kir.Em radigehînin ku em ê Xezzê bêhêvî nekin û gelê wê bi tenê nehêlin. Em careke din ji wan re dibêjin ku hûn ne bi tenê ne. di dewama vê axuyaniyê de hatiye:Em tekez dikin ku êrişên Amerîkayê ser Yemenê ku bi mebesta girtina pêşiya bona rawestana li pişta Xezzeyê ye, dê me paşde venekşîne belkî dê berxwedana me zêdetir bike.Em ji dijminan re dibêjin ku destdirêjiyên we çi li Xezzeyê û çi li dijî Yemenê , işkest xwarine.