Lapîd: Netanyahu wek rêberê rêxistineke cinayî reftarê dike
Nîsan 07, 2025 16:01 Asia/Tehran
Serokê Opzisyona Rejîma Siyonîst rexne li serokwezîrê vê rejîmê girt û got: Netanyahû li şûna ku erka xwe wek serokwezîr pêk bîne di halê bikaranîna desthilatê ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî ye.
Yaîr Labîd serokê opizîsyona Rejîma Siyonîst li berteka li hember kiryarên Binyamîn Netanyahu serokwezîrê vê rejîmê got: Netanyahu li şûna ku wek serokwezîr tevbigere, wek serokê rêxistineke cinayî tevdigere.
Lapîd bal kişand ser hewldanên Netanyahu bo bikaranîna dezgeha ewlehiya navxweyî ya Şabak ji bo komployên siyasî li dijî hevrikên xwe û got: Netanyahu desthilata xwe ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî bikar tîne.
Lapîd amaje bi hevpeyvîna vê dawiyê ya serokê berê yê Şabakê Yoram Kohen kir û ew wek erdheja siyasî bi nav kir.