Adar 30, 2025 18:10 Asia/Tehran

Yemenê bi du mûşekan êrişî Filistîna Dagirbûyî kir.

Hêzên Çekdar ên Yemenê îro di çarçova berdewamkirina sekinîna himber destdirêjîyên Rejîma Sîyonîst ser Zîvala Xezzeyê û piştgirîya ji gelê mezlûm ê Filistînê da, 2 mûşek ber bi Erdên Dagirbûyî yên Filistînê va avêtin.

Şebekeya Al Masîreyê jî ragihand ku bi dû avêtina 2 mûşekan ji Yemenê ber bi Erdên Dagirbûyî yên Filistînê va, dengê zingila xeterê li Tel Avîvê û Qudsa dagirbpyî hat bihîstin. 

Ji hêla din va, Serokê Konseya Bilind a Sîyasî ya Yemenê wek berteka hibmer êrişên Amerîkayê yên ser Yemenê got ku ew êriş dê nebin sebeb em piştgirîya ji gelê mezlûm ê Filistînê rawestînin.

Mehdî Meşşat di axavtineke bi boneya Cejna Fitrê da got: Ji bo me zehmet e ku Cejna Fitrê pîroz bikin, di halekî da ku biryarên me li Xezzeyê bi destê Rejîma Sîyonîst a hov tên kuştin, lê tişta ku vê rewşê ji bo me hêsan dike ev e ku gelê mezin ê Yemenê, Xezze tenê nehîştîye. 

Serepeyv