Yemen: Sekinîna himber dijmin heta sekinandina destdirêjîyên ser Xezzeyê yê bidome
Berdevkê Hêzên Çekdar ên Yemenê ragihand ku sekinîna bibandor a himber destdirêjîyên berdewam ên Amerîkayê ser wî welatî û piştgirîya ji Xezzeyê dê heta sekinandina êrişên ser Zîvala Xezzeyê were domandin.
Yehya Serî Berdevkê Hêzên Çekdar ên Yemenê îro got ku hêzên me bi alîkarîya Xwedê ji bo hefteya sêyem a bi dû hev sekinîna bibandor û berpirsane himber destdirêjîyên berdewam ên Amerîkayê ser wî welatî didomînin.
Wî herwiha got: Di navbera hêzên me û papora Troman û paporên din ên dijmin da di 24 saetên buhurî da 3 caran pevçûn derket.
Yehya Serî herwiha got: Di vê pevçûnê da mûşek û xwofirr ji wan mûşekên bibask hatin bikaranîn.
Berdevkê Hêzên Çekdar ên Yemenê herwiha got: Em dê piştgirîya ji gelê mezlûm ê Filistînê heta sekinandina destdirêjîyan û rakirina dorpêça himber Xezzeyê bidomînin.