Ensarullah: Armancên me yên bê yê Dubey û Ebû Zabî bin
Tevgera Ensarullah a Yemenê derheq hevkarîya istixbaratî û meydanî ya imaratîyan tev Amerîkayê ya dijî Yemenê hişyarî da û gefa êrişa bi mûşekê ser şarên Ebû Zabî û Dubeyê xwar.
Mihemed Fereh endamê Konseya Rêvebirîyê ya Ensarullaha Yemenê di peyamekê da ber bi rêvebirên sîyasî yên Imaratê ku li Şebekeya X`ê hat weşandin, pêgirî kir ku hemî xîyanetkerên ku êrişên Amerîkayê yên ser Yemenê erê dikin û bi wan ra hevkarîya istixbaratî û meydanî dikin, yê bikevin ber êrişên tolhilîner ên Yemenê.
Vî rayedarê yemenî got ku ez kiryarên bi vî rengî yên xayînên yemenî dûr nizanim û hişyarî da ku ev kiryarên sefêkane yê bêbersiv nemînin û ew dê bi zûtirkê berdêla van karên xwe bidin.
Mihemed Fereh gef kir ku êrişên me yên bi mûşekan yê tenê bajarên Mexa û Şebweyê negirin ber xwe belkî di êrişên bê da em ê Ebû Zebî û Dubeyê jî bikin armanc.