Gants: Îsraîl bereberê şerrekî navxweyî ye
Bênî Gants wezîrê berê ê şêrr ê rejîma siyonîst û yek ji neyarên Nitanyahu, li ser dûhatên cidî yên guherîna endamên Komîteya berpirsê bijartina qaziyan ji bo aramiya Rejîma Siyonîst pêhişyarî da wezîrê dozgeriyê.
Di halekî da ku niqaş û muzakireyên li Meclisa Rejîma Siyonîst li ser guherîna endamên Komîteya berpirsê bijartina qaziyan berdewam in, Bênî Gants, serokê Partiya Kempa Hikûmî bi Yariyo Lêvîn, wezîrê dozgeriyê hevdîtin pêk anî û ji bilî pêhişyariya li ser viya ku Îsraîl bereberê şerrê navxweyî ye, ji Lêvîn xwest vê qanûnê bide sekinandin lê Lêvîn qebûl nekir.
Herwiha Gants di nameyekî bo Netaniyahu, serokwezîrê Rejîma Siyonîst, ji bilî rexneya ji siyasetên wî yên nerast, ji wî xwest venihêrînê di van guherînên nakokbar de pêk bîne.