Adar 25, 2025 16:45 Asia/Tehran
  • Yaîr Lapîd: Endamên kabîneya Netaniyahu diz in

Serokê opozosiyona Rejîma Siyonîst wek berteka li hember pilana bûdceyê ya ku hevalbendiya Bênyamîn Netaniyahu, serokwezîrê Rejîma Siyonîst pêşniyar kiirye, got: Ev bûdce dizî ye.

Yair Lapid, serokê neyaran li Parlimana Siyonîst (Kneset) îro Sêşemê pêgîrî kir: Tiştê ku li ser maseya Knesetê ye, pereyên dizî ne ku ji bo dizên hikûmeta Netanyahû hatine berçavgirtin.

Lapîd herwiha got: Endamên kabîneya Netaniyahu komek diz in ku bêyî şer û fedî bi awayeka narewa xelkê bikar tînin. Xelkê ku xeracê didin lê ev kabîneya dahatiya wan diziye. Avîgdor Lîbêrmen, wezîrê berê yê cengê yê Rejîma Siyonîst jî berî nika Netaniyahu xeterek ji bo hebûna vê rejîmê da zanîn.

Serepeyv