Newroz li wilayeta Belx a Efganistanê
Adar 22, 2025 20:10 Asia/Tehran
Wilayeta Belxê cihek e ku her sal bi hatina sersalê, şahidiya amadebûna welatiyan ji wilayetên curbicur ên Efganistanê dike. Em bi hev re raporekê ser vê bûyera bedew bibînin.
Îsal jî bi destpêkirina yekemîn roja salê, hejmareke zêde ji welatiyên Efganistanê berê xwe dane Belxê û vir de li deşta Şadiyanê ku yek ji wan cihên kesk û bedew e ku çend kîlometran dûrî bajarê Mezarşerîfê ye û mijûlî lîstikên newrozê ne. Ew dibêjin herçend Newroza sala nû hevdem bi meha Remezanê re hatiye, lê coş û kelecana xelkê ji bo pêşwazîkirina sala nû bêhempa bûye.
Newroz bi sernavê fermî yê Roja Navneteweyî ya Newrozê ji aliyê UNESCO`yê ve weke mîrata çandî û manewî ya mirovantiyê hatiye tomarkirin.