Dewama êrîşên siyonîstan ser Libnan û Xezzê
Rejîma Siyonîst di berdewamiya cinayetên xwe li zîvala Xezzê da hejmareke din ji welatiyên sivîl şehîd kirin.
Êrîşên Rejîma Siyonîst li dijî navçeyên curbicur ên Zîvala Xezzê berdewam in, di dema bombebarana taxa El Tufahê li rojhilatê bajarê Xezzê de, herîkêm 9 filistînî şehîd bûn. Wezareta Tenduristiyê ya Xezzê ragihand ku di 48 saetên dawî de 130 filistînî şehîd bûne û 263 filistînî jî birîndar bûne. Ji Cotmeha 2023`an vir va hejmara şehîdên Filistînê derket 49 hezar û 747 kesan û hejmara birîndaran jî rabû 113 hezar û 213 kesan.
Êrîşên Rejîma Siyonîst ser zîvala Xezzê di halekî de dewam dikin ku ev navçe ketiye qonaxên yekem ên xelayê û 2 milyon filistînî bêyî xwerin in û ewlehiya xwe ya xwarinê ji dest dane. Ji aliyeke din ve îro danê sibê çapemeniya ibrî behsa avêtina 5 roketan ji başûrê Libnanê ve ber bi bakurê navçeyên dagîrkirî kir. Piştî vê êrîşê li navçeyên dagirkirî zengilên xeterê hatin lêxistin. Medyayên Libnanê jî basa êrişên topxaneyî yên Rejîma Siyonîst ser navçeyên başûrê Libnanê kirin ku di encamê de 2 kes şehîd bûn û 10 kes jî birîndar bûn. Di heman demê de, berdevkê hêzên UNIFIL`ê li ser rewşa lawaz a li başûrê Libnanê û zêdebûna aloziyan li vê navçeyê pêhişyarî da. Medyayên Sûriyê jî vê sibê basa êrişa hewayî ya Rejîma Siyonîst ser sê navendên leşkerî yên li Sûriyê kirin. Balafirên cengê yên Rejîma Siyonîst sibeha Îniyê navçeyên derdora paytexta Sûriyê bombebaran kirin.