Sibat 21, 2025 17:43 Asia/Tehran
  • Civîna kabîneya Netanyahu derbarê teqîna li Tel Avîvê de

Kabîneya hevpeymaniya Rejîma Siyonîst roja Îniyê derbarê hewildanên ji bo bombedanîna li Telavîvê de, civînekê li dar dixe.

Li gorî nûçeyên medyayî, bombedanînên berfireh li Erdên Dagirbûyî niha bûne sedema tirsa rayedarên siyonîst û ew hewl didin ku ji bo vê meselê çareyekê bifikirin. Li ser vê yekê, rojnama Siyonîstî ya Cêrûzalêm Postê nivîsî: Kabîneya Rejîma Siyonîst îro civîneke awarte ji bo lêkolînkirina bûyerên ewlehiyê li Telavîvê li dar xist.

Medyayên siyonîstî ji zarê polîsên vê rejîmê ragihandin ku li başûrê Telavîvê di sê otobusan de teqîn çêbûn.

Serepeyv