Pêgîriya Hizbulah û Tevgera Emelê li ser pêwîstiya bidawîanîna dagirkiriya siyonîstan li Libnanê
Tevgera Emel û Hizbullaha Lubnanê bi weşandina daxûyaniyek hevpar li ser pêwîstiya bidawîanîna dagîrkeriya Rejîma Siyonîst li vî welatî sekinîn.
Daxuyaniya Tevgera Emel û Hizbullahê wiha ye: Em dijayetiya xwe ya webirr li hember berdewamiya dagirkirina her deverek ji başûra Libnanê ji aliyê rejîma dagirkir ve radigihînin. Hizbullah û Emelê tekez kirin: Her wiha em berdewamiya binpêkirina serweriya hewayî û bejahî ya Libnanê ji aliyê rêjîma dagîrkir ve şermezar dikin û divê welatên piştgirê hevhatina agirbesê, dijminan bi cîbicîkirina bendên biryara 1701 neçar bikin.
Tevgera Emal û Hizbullahê di berdewamiya daxuyaniya xwe de ragihandin: Welatên ku piştgirî didin hevhatinê, divê dijmin neçar bikin ku bi tevahî ji hemî axa Libnanê vekişe û divê ji nûve avakirina deverên ku ji ber êrişan wêran bûne, divê di serê planên hukûmeta nû de cî bigire.