Sibat 15, 2025 18:24 Asia/Tehran
  • Rexneya 4 leşkerên jin ên azadbûyî ji artêşa Rejîam siyonîst

Çar leşkerên jin ên siyonîst ku di operasyona pevguhertina girtiyan a bi hêzên berxwedana Filistînê re hatin berdan, artêşa Îsraîlê bi tundî rexne kirin.

Ev 4 jin ku dergevan bûn di 7ê Cotmeha sala 2023an de  di encama   êrişa HAMASê ya nişkêvayî ser bajarokên siyonîstnişîn li derdora Xezzeyê hatin girtin û beriya ku di  çilla îsal bên berdanê 15 mehan di girtîgehê de bûn

Ev çar leşkerên jin duh bi Serokê  Erkantiya Hevpar a Artêşa Îsraîlê re hevdîtin pêk anîn.Ev hevdîtin  carna pir  nakok derbas bû ji ber ku leşkerên jin bi caran reftarên artêşa Îsraîlê beriya operasyona 7’ê Cotmehê û piştî wê rexne kirin.

Li gorî nûçeya Sky News a  Erebî, yek ji van leşkeran ji Halvî re got:Tu çawa dikarî bêjî te tiştek derbarê êrişa Hamasê nedizanî? ... Me hemûyan derbarê vê yekê hişyarî dabû.

Serepeyv