Sibat 13, 2025 17:49 Asia/Tehran
  • Xwenîşandana malbatên êxsîrên sîyonîst dijî Netanyahu

Malbatên êxsîrên sîyonîst bi xwenîşandanekê xwestin ku Rejîma Sîyonîst pabendê rêkevtinameya digel Hemasê ya têkildarî lihevguhertina êxsîran be.

Malbatên sîyonîstên ku li Xezzeyê wek dîl di destê Tevgera Hemasê da ne, bi xwenîşandanekê kolana sereke ya şarê Tel Avîvê daxistin. Xwenîşandaeran ji kabîna Rejîma Sîyonîst xwestin ku dan u istandina digel Hemasê ya têkildarî êxsîran bidomîne.

Kanala 13 ya televîzyona Rejîma Sîyonîst şeva buhurî ragihand ku Benyamîn Netanyahu Serokwezîrê vê rejîmê xwe ji hilkolandina qonaxa duyem a rêkevtinameya lihevguhertina êxsîran li kabînê vedizîye û vê gavê bala xwe nade ser vê mijarê. 

Serepeyv