Sekreterê Giştî yê Hizbullaha Lubnanê: Berxwedan didome û dê bihêztir bibe
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i353262-sekreterê_giştî_yê_hizbullaha_lubnanê_berxwedan_didome_û_dê_bihêztir_bibe
Sekreterê Giştî yê Hizbullaha Lubnanê di peyamekê de bo birîndarên şerê vê dawiyê yê Rejîma Siyonîst li dijî Lubnanê, tekez kir ku rêya berxwedan û azadiyê hîna didome û berxwedan bi têkoşeran û bi gelê emegdar re yê bihêztir bibe.
(last modified 2026-02-24T13:12:22+00:00 )
Sibat 06, 2025 14:30 Asia/Tehran
  • Sekreterê Giştî yê Hizbullaha Lubnanê: Berxwedan didome û dê bihêztir bibe

Sekreterê Giştî yê Hizbullaha Lubnanê di peyamekê de bo birîndarên şerê vê dawiyê yê Rejîma Siyonîst li dijî Lubnanê, tekez kir ku rêya berxwedan û azadiyê hîna didome û berxwedan bi têkoşeran û bi gelê emegdar re yê bihêztir bibe.

Şêx Neîm Qasim, Sekreterê Giştî yê Hizbullaha Lubnanê di vê peyamê de tekez kir: Ceribandina we ji wan kesên ku di rêya Xwedê de têkoşînê  dikin zehmettir e ji ber ku birînên we yên bi êş her kêlî bi we re ne, bêyî ku  we ji rêya dewama fedakariyê dûr bixe. 

Sekreterê Giştî yê Hizbullahê her wiha xîtabî birîndarên şerê Rejîma Siyonîst got: Dijminê we Rejîma Îsraîlê û piştgirê wê, Amerîka hovtirîn zalimê îro rojê li cîhanê ye lê we  bi birîna xwe hêvî û xeyalên wê têk bir û  we armancên wê işkets dan û hûn bûn dengê  rastiyê;  erka xwe temam bikin û rola xwe bi qasî ku ji destê we tê, coih bînin. 

 Wî tekez kir: Rêya berxwedan û azadiyê berdewam e.