Sibat 05, 2025 17:43 Asia/Tehran
  • Hemas: Hewldana siyonîstan ji bo jinavbirina xelkê Filistînê wê têk here

Berdevkê Tevgera Hemasê pêgîrî kir ku hemû hewldanên Rejîma Dagirkir a Siyonîst ji bo jinavbirina xelkê Filistînê û istandina mafên wan li Zîvala Xezzê û Perrava rojava wê tûşî şikestê bibin.

Ebduletîf Qanûi, berdevkê Tevgera Berxwedan Îslamî ya Filistînê(Hemas) got: Rejîma Dagirkir a Siyonîst ya ku nekarî li Zîvala Xezzê bni dest bixe, qet wê nekaribe li Perrava rojava jî bi dest bixe. Qanûi amajeyî vî yekî kir ku Rejîma Siyonîst li ser porotokolên mirovî yên ku li bara Xezzê di hevhatina agirbesê de li ser wan hatine lihevkirin, astengiyan derdixe, herwiha got: Di xonaxa duyem da, hin pirsgirêk û alozî hene ku bi alîkariya navbeynkaran ji bo ji holêrakirina wan hewl tê dayîn. Vî rayedarê Hemasê pêgîrî kir, ewlewiyeta nika ya Filistînê, xurtkirina xweragiriya xelkê Xezzê û ji dabînkirina hewcetiyên mirovî û ji nûve avakirina kawiliyên vê zîvalê ye.

Serepeyv