Sibat 03, 2025 15:02 Asia/Tehran
  • NY: Êrişên rejîma Îsraîlê ser jinên filistînî beşek ji stratejiya qirkirina sîstematîk e

Raporterê NY li karûbarên tundûtûjiya li dijî jinan got ji ber berûlayên berfireh ên cinayetên siyonîstan li dijî jinên filistînî, ev rejîm li zîvala Xezzeyê jnosayda li dijî jinan kiriye.

Rîm El-Salim got:  Cinayetên Rejîam Îsraîlê li zîvala Xezzeyê di dîroka hevçerx de bêmînak in û êrişên vê rejîmê  ser jinên filistînî beşek ji stratejiyeke qirkirinê ya sîstematîk e û  kuştina jinan tenê ji ber ku ew filistînî ne wek cinayeta  şer û cinayeta  li dijî mirovahiyê tê nirxandin.

Raportorê NY tekez kir ku dema em li kiryarên hêzên Îsraîlî yên li dijî jinên filistînî dinêrin em pêdihesin ku armanca wan ew bû ku pê kuştina jin û zarokan koka filistiniyan bibirrin.

Rîmm El-Salim her wiha got  ku bi lêkolîna li ser  aliyên curbicur ên cinayetên Îsraîlê yên li zîvala Xezzeyê em  pêdihesin ku ku têkbirina beşa  tenduristiyê,  bi tenê hiştina dergûşan û pêkanîan şert û mercên xirab ji bo jinên ducanî û jinên  destdergûş  hemû hinek amûr in jibo bernameya jînosaydê ya sraîlê ku  armanca wê ew e ku bi temamî an jî qismî  berdewamiya zarokdarbûnê li Filistînê ji nav bibin.

Serepeyv