Sibat 02, 2025 19:15 Asia/Tehran

Bi cihatina qonaxa çaran a bi hevreguherîna dîl û girtiyan ku ji radestkirina sê girtiyên siyonîst li Komîteya Xaça Sor li Xan Yûnis û Zîvala Xezzê li berdêla 150 dîlên filistînî digirte ber xwe, her du alî ji bo dewra tê ya gotûbêja amade dibin.

Bi hevhatina Rejîma Siyonîst û nûnerê taybet ê Amerîkayê, qonaxa duyem a muzakireyan biryar e ji roja Duşemiyê ve destpê bibe. Ev muzakire ku li ser dirêjkirina dema agirbesê, derxistina hêzên siyonîst ji Xezzê û azadiya dîlan pêgîriyê dikin, dikarin bibin sedema bi dawîhatina fermî ya şerrê Xezzê.

Hevgavê viya anegorî nûçeyan Bênyamîn Netaniyahu, serokwezîrê Rejîma Siyonîst, îro bi armanca hevdîtina bi Donald Tiramp, ber bi Amerîkayê ve çûye. Hat gotin ku hevdîtina Netanyahu û Tiramp a roja Sêşemê wê di çarçoveya hevahengiya zêdetir a derbarê pêvajoya muzakereyê û mijarên ewlehiyê yên li herêmê da pêk were. Tevî viya hinekji  medya ragihandine ku Nêtaniyahu biryar daye xwe ji şandina tîma xwe ya muzakirekir bo Dohê heta berî hevdîtina bi Tiramp re dûr ragire. Wî herwiha civîna bi tîma muzakirekir re îbtal kiriye û her tiştî heta dema hevdîtina bi Tiramp re paşda xistiye. 

Pirr kes ser vê bawerê ne ku Netaniyahu û wezîrên wî hez dikin tenê qonaxa yekem a hevhatinê cih bînin û careka din şêrr destpê bikin. Eva di halekî da ye ku wezîrên karên derve yên Qeter û Tirkiyê di civînake hevpar de li ser girîngiya dewama agirbesa li Zîvala Xezzê û sozdariya her du aliyan li xalên hevhatinê pêgîrî kirine.

Li gorî raporên ji Zîvala Xezzê jî tevî pêkhatina dewra yekem a agirbesa li Xezzê, artêşa Rejîma Siyonîst hîna jî di pêvajoya derbasbûna alîkariyên mirovdostane bo vê zîvalê astengiyan derdixe. Ji ber êrişên Rejîma Siyonîst zêde ji du mîlyon filistînî ji malên xwe aware bûne û qeyrana mirovî ya di vê navçeyê da gihîştiye asteka bêmînak.

Zanyarê sûrî hat terorkirin

Agir berbû palîngeheka Amerîkayê

Serepeyv