Çile 30, 2025 17:28 Asia/Tehran
  • Hêrsbûna siyonîstan ji şêwaza radestkirina girtiyan li Xezzeyê/Bin Gwêr: Ev işkesteke tam û tekûz bû

Amadebûan girsewyî û bi coş a gel û berxwedanê li bajarê Xan Yûnisê li başûrê Zîvala Xezzeyê li dema operasiyona radestkirina du girtiyên siyonîst bo Rêxistina Xaça Sor, siyonîst gelekî hêrs kirin.

Avigdor Liebermen, serokê partiya siyonîst  a nasiyar bi  Îsraîl Bîtêno  jî  derbarê işkesta kabîneya  serokwezîrê rejîma Siyonîst  Binyamîn Netanyahu  di warê cihhatina  armancên ragihandî yên şerê li dijî Xezzeyê, ango jinavbirina Hemasê û azadkirina  girtiyên  siyonîst   li xwe mikur hat û ragehand:  Wêneyên ku niha ji zîvala Xezzeyê tên weşandin nîşan didin ku piştî  vegeryana  hemû girtiyan bo malên xwe divê em careke din ji zîvala   xezzeyê cuda bibin.

Îtamar Bin Gwêr, wezîrê îstifakirî û tundrew yê  kabîneya Netanyahu  jî got: Wêneyên ku ji Zîvala Xezzeyê, piştrast dikin ku tiştên ku heta niha qewimîne ne serkeftineke tam e, belkî  işkesteke tam e.Peymana pevguhertinê ya bi vî rengî bêhempa ye, û kabîneya  Îsraîlê rêbaza xwe tewandinê  hilbijart.

Îro qonaxa sêyem a pevguhertina girtiyan di navbera berxwedana Filistînê û Rêjîma Siyonîst bi rêya Rêxistina  Navdewletî ya Xaça Sor pêk hat. Li gorî wê  di berdêla 3 girtiyên siyonîst û 5 welatiyên Taylandî de 110 girtiyên filistînî serbest hatin berdan.

Serepeyv