Redkirina pilana Tiramp ji bo awarebûna xelkê Xezzê ji aliyê Yekîtiya Ereban ve
Çile 28, 2025 15:02 Asia/Tehran
Alîkarê sersekreterê Yekîtiya Ereban her cure awarebûna xelkê Xezzêp bo welatên cînarê Filistînê red kir.
Hisam Zekî, got: Ji destpêka şêrr ve, helwêsta welatên Ereb bona dijayetiya bi awarebûna filistîniyan tam zelal bûye. Wî herwiha got: Ez li şiyana welatên Ereb bona sekinîna li hember pêşniyarên Amerîkayê ku nayên qebûlkirin, dilniya me. Zekî destnîşan kir: Dijayetiya li hember pilanên awarekirin û çareserkirina mijara Filistînê, xêzeka sor e ku cîhana Ereb li ser wê hevdedng e. Wî herwiha got: Helwêsta welatên Ereb, bihêz û yekgirtî ye û ti zextek nikare wan neçar bike awarebûna filistîniyan qebûl bikin. Zekî pêgîrî kir: Vegera awareyan û mayîna filistîniyan di warê xwe de, xala herî girîng a rewşa nika ye.