Daxwaza îstîfaya Netaniyahu
Encamên rapirsiyekî li Erdên Dagirkirî nîşan didin ku nêzî du sêyê siyonîst ser vî bawerî ne ku Bênyamîn Netaniyahu ji ber şikesta di 7`ê Cotmehê de, divê dev ji kar berde.
Encamên rapirsiya kanala siyonîst a Muariyûyê nîşan didin ku sedî 62`ê Siyonîstan ser vî bawerî ne ku Bênyamîn Netaniyahu, serokwezîrê Rejîma Siyonîst jî wek Hêrtzî Haloy, serokerkanê vê rejîmê ji ber berpirsyariya xwe di şikesta 7`ê Cotmehê de îstîfa bike.
Berî nika Yaîr Lapîd, serokê opozosiyona Rejîma Siyonîst wek berteka li hember devjikarberdana Hêrtzî Haloy, serokerkanê artêşa Rejîma Siyonîst ragihand: Serokê Kabîneya karesatê û wezîrên wî divê dev ji kar berdin. Divê nika serokwezîr û kabîneya wî berpirsyariya karesatê bi tevahî bidin ustiyê xwe û îstîfa bikin.
Avîgdor Lîbêrmen, serokê Partiya Îsraîl, Mala Me jî ragihand: Serokerkanê artêşê berpirsyariya şikestê qebûl kir û nika dor dora Netaniyahu ye.