Çile 05, 2025 17:22 Asia/Tehran
  • Navenda ceryanê li başûra Heyfayê ket ber êrişê

Berdevkê Hêzên Çekdar ê Yemenê ragihand: Hêzên çekdar ên Yemenê di encama operasyonekê da êrişî navenda ceryanê ya Orot Rabîn li başûra Heyfayê kirin.

Generalê Duyem Yehya Serî Berdevkê Hêzên Çekdar ê Yemenê ragihand ku hêzên çekdar ên vî welatî di çarçova piştgirîya ji gelê Filistînê da, bi mûşekê êrişî navenda ceryanê ya Ort Rabîn a rejîma Israyîlê li başûra navçeya dagirbûyî ya Heyfayê kirin. Ev êriş bi mûşeka balestîk a hayppersonîk a Filistîn-2yê pêk hatîye.

Yehya Serî herwiha pêgirî kir ku ev êrişa beşeke qonaxa pêncan a piştgirîya di çarçova Fetha Mewûd û Cihada Muqedes da bûye û wek bersivek hibmerî destdirêjîyên berdewam ên Rejîma Sîyonîst ser gelên Yemen û Filistînê ye.

Nivîsgeha Şebekeya Al Jazeera`yê li Yemenê jî ragihand ku hevalbendîya amerîkî-ingilîsî berbanga îro 3 caran êrişî parêzgeha Se`de ya Yemenê kir. 

Serepeyv