Çile 04, 2025 15:39 Asia/Tehran
  • Serma û seqem sedeme nû ya mirina awareyan li Xezzeyê

Di rewşekê da ku zarok ji ber serma û seqemê diqerisin û can didin û ji ber ba û baranê kon û çadirên awareyan dirizin û bi kêr nayên, rêxistinên navdewletî derbara dûhatên bikaresat ên nebûna imkan û alavên germkirinê li Zîvala Xezzeyê da hişyarîyê didin.

Bi sarbûna hewayê û sirr û seqemê û nebûna imkan û alavên germkirinê û bikêrnehatina kon û çadirên awareyan ji ber barana guj, nika sirr û seqem bûye hegereke din a mirina gelê Xezzeyê nemaze zarokan.

Baranên guj û rabûna lehîyên tund û giran, zîyanê digihînin kon û çadirên awareyan li Xezzeyê û malbat di rewşeke zef dijwar da ne, ji ber ku heta imkanên restorekirin ango dirûn û dayîna hev a kon û çadiran jî bi dest nakevin.

Li gorî rapora Nivîsgeha Rêkxistina Karên Mirovdostane ya NY, rêgirtin û asêkirinên sîstematîk ên ji hêla Israyîlê va ser rêya şandina alîkarîyan bo Xezzeyê bûne sedem ku ji Îlona 2024ê va tenê 285 hezar kes imkanên sirtarê wergirin.

Rêxistina Koçberîyê ya Navdewletî jî ragihand ku zarok ji her kesî zêdetir li ber zîyan û êşan in û herî kêm 7 zarokan di encama sirr û seqemê da li Xezzeyê can daye. 

Serepeyv