Telaviv: Ji destpêka şerê Xezzeyê heta niha 891 leşkerên Îsraîlî hatine kuştin
Artêşa Rejîma Siyonîst li xwe mikur hat ku ji destpêka şerê Xezzeyê heta niha 891 efser û leşkerên wê hatine kuştin.
Artêşa Siyonîst îro ragihand ku ji destpêka şerê Xezzeyê ve heta niha 891 efser û leşkerên vê rejîmê di nav şer de hatine kuştin û ev hejmara herî zêde ya kuştiyên artêşa vê rejîmê ji dema şerê sala 1973`an vir ve ye.Artêşa dagirker her wiha li xwe mikur hat ku di dereqa10 salên derbasbûyî û beriya şerê Xezzeyê de, di şerê 2014’an de 152 efser û leşkerên Îsraîlê hatine kuştin.Radyoya Artêşa Siyonîst îro jî ragihand ku ji destpêka şerê Xezzeyê heta niha 28 serbazên wan ji wan 16 leşkerên yedek xwe kuştine.Haaretz ê jî ragihand: Bi hezaran leşkerên Îsraîlî ji destpêka şerê Xezzeyê ve, ji ber zextên derûnî ji xizmetkirina di beşa leşkerî, vegeryane.