Kanûn 29, 2024 19:02 Asia/Tehran
  • Xwenîşandanên berfireh li Erdên Dagirkirî

Bi hezaran kes li Têlavîvê û hin bajarên din ên Erdên Dagirkirî xwenîşandanên berfireh li dar xistin.

Beşdarên di van xwenîşandanan da hinek dirûşm bona rexnekirina Bênyamîn Netaniyahu, serokwezîrê rejîma Siyonîst qêriyan û ew tawanbar kirin ku bûye sedema têkçûna muzakireyên têkildarî bi hevreguherîna dîl û girtiyan. Li Têlavîvê jî malbatên girtiyên li Xezzê, du xwenîşandan yek li ber wezareta cengê û ya din li meydana girtiyan ya li navenda vî bajarî, li dar xistin. Bi hezaran kes li Heyfa, Hêrtêsliya û Netaniya û Beir El Sebeiê xwenîşandan li dar xistin û daxwaza wajokirina hevhatina demlidest a bi komên filistînî re kiirn.

Serepeyv