Kanûn 27, 2024 18:38 Asia/Tehran
  • Olmêrt: Bên Gowêyr terorîst e

Serokwezîrê berê yê Rejîma Siyonîst, wezîrê ewlehiya navxwe yê vê rejîmê, terorîst da zanîn û got: Ez bi dilniyayî vê hevokî ji bo wî bi kar tînim.

Îhûd Olmêrt, serokwezîrê berê yê Rejîma Siyonîst, di axiftineka tund da, bi tundî karên Bênyamîn Netaniyahu, serokwezîrê nika yê Rejîma Siyonîst rexne kirin û pêgîrî kir ku Netaniyahu biryarên xwe anegorî analîza bi mantiq nade.

Li gorî gotina Olmêrt, Netaniyahu li dû azadkirina girtiyan nîne, ji ber ku dibe ku ev kara bibe sedema têkçûna hevalbendiya hikûmî û girtina pêşiya çêkirina bajarokan li Xezzê.

Wî herwiha Bên Gowêyr, wezîrê ewlehiya navxwe, terorîst binav kir û got: Ez bi dilniyayî vê hevokî ji bo wî bi kar tînim. 

Olmêrt pêgîrî kir ku Bên Gowêyr bona ku zextê bide ser Netaniyahu, bêrêzî li mizgevta Eqsayê kiriye.

Serepeyv